"Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî" ji bo Rêzgirtina ji Mîrata Lêkoler Bilal Hesen re

    @**@ @**@

"Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî" ji bo Rêzgirtina ji Mîrata Lêkoler Bilal Hesen re

Weşanên Ramîna li Londonê, bi piştgirîyeke dilfireh ji malbata nivîser û zimanzanê Kurd ê gorbihuşt Bilal Hesen (Çolbirr), destpêkirina Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî, ragihand. Ev xelat salane ye, armanca wê ew e lêkoler û nivîserên ku li Sûrîyayê dijîn, yên ku bi rêya lêkolînên zimanî û ferhengan û lêkolînên kelepûrî beşdarî parastin û pêşxistina zimanê Kurdî dibin, xelat bike.

Xelat dê di 20ê îlonê ya her salê de, di salvegera koça dawî ya Çolbirr de, were dayîn. Nirxê xelatê 1,000 dolarê Amerekî ye, herwisa Weşanên Ramînayê pabend e ku berhemekî ji yê xelatwergirtî re  di warê ziman, ferheng an kelepûrê de çap û belav bike.

Jurîya ji van birêzan pêk tê:

- Lawîn Şêxo: Helbestvan û wergêr.

- Hisên Cimo: Nivîser û rojnameger.

- Jiyan Bedirxan: Nivîser û çalakvanê mafên mirovan.

- Ebdella Mîzer: Nivîser û wergêr.

Bi vê boneyê, Heysem Hisên, Birêvebirê Giştî ê Weşanên Raminayê li Londonê, got: "Ev xelat weke dilsozîyekê ye ji bo kesayeteke girîng di çanda Kurdî de, herwisa pabendbûna me nîşan dide ku em wekî weşanxaneyekê piştgirîyê didine hewildanên parastina ziman û kelepûra Kurdî û pêşxistina wan. Em hêvî dikin ku ev xelat pirek be di navbera mîrata Çolbirr û afirînerîya nifşên nû de".

Jiyan Badrxan, kurê nivîserê gorbihuşt û endamê jurîyê, tekez kir: "Bavê min zimanê Kurdî wekî nasnameyek, bîrewerîyek û alavek ji bo hebûnê didît. Îro, bi rêya vê xelatê, em peyama wî didomînin û motîvasyonê didin lêkoler û nivîseran ku ew rêya bi ked û vîna xwe vekir bişopînin û berdewam bikin".

Danasîna Bilal Hesen (Bavê Hozan/ Çolbirr)

Bîlal Mehmûd Hesen, sala 1933yê li gundê Xalka, yê herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, di malbateke gundewarî de ku bi girêdana xwe ya bi çand û nasnameya Kurdî ve dihat nasîn, ji dayik bû. Bavê wî Mehmûd Kosa (Hesen) bû, û dêya wî Meryem Ebdilmecîd bû. Xwendina xwe ya qonaxên destpêkê li gundê xwe temam kir, û piştre xwendina xwe li cem mamosta Reşîd Hemo domand, ku yek ji wan heft damezrînerên Partîya Demokratîk a Kurd li Sûrîyayê sala 1957ê bû. Li cem wî hînî zimanê Kurdî û zaravayên wê bû, ev yek hişt ku piştre kesayeta wî ya zimanî û ramyarî geş bibe.

Jiyana Siyasî

Zû derbasî nava qada siyasî bû, di dawîya salên 1940î de tevlî Partîya Komunîst a Sûrîyayê bû, piştre di sala 1957ê de tevlî Partîya Demokrat a Kurd li Sûrîyayê bû. Di serdema yekîtiya Sûrîyayê-Misrê de, wî berpirsyarîya rêxistinkirina partîya Kurdî li Çiyayên Kurmanc girt ser xwe, di navbera gundan de veşartî digerîya, li wir, nasnavê "Çolbirr" lê hat kirin, û bû navê wî yê tevgerî.

Di sala 1960î de, wî li Çiyayê Xorkê yekem agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê pêxist, icar navê Qehremanê Newrozê wergirt. Di sala 1970î de, ew li gel Cegerxwîn, Ezîz Dawûd û kesine din bi Serokkomarê Sûrîyayê Ehmed El-Xetîb re civîya. Sala 1979ê, ew ji bo serokatîya komeleyê li Almanyayê hat hilbijartin, hingê nêzîkî salekê li wir ma.

Xebata wî ya çandî û wêjeyî

Navê wî bi kelepûr, ziman û çanda Kurdî ve hate girêdan, têkoşîna siyasî li gel xebata ramyarî kir. Paşê bi navê kurê xwe, bi navê "Bavê Hozan" hate naskirin, û berhemine girîng ên metelok, pend û ferhengan weşand. Herwisa di salên 1968-1969an de, beşdarî damezirandina kovara "Çolistan" a bi zimanê kurdî bû, bi piştgirîya helbestvan Cegerxwîn, hîn jî kovar heta roja îroj bi navê wî berdewam dike.

Berhemên wî:

Wî pirtûkxaneya kurdî bi rêzeberheman dewlemend kir, yên herî berçav ev in:

• (Pend û Şîret), sala 1995ê hatiye çapkirin.

• (Pend û Peng), sala 2008ê de hatiye çapkirin.

• (Pîr û Pendî), sala 2012ê çap bûye, berhemeke mezin e, 20.622 gotinên pendên kurdî di 759 rûpelan de di nava xwe de vedihewîne, 

• Ferhenga Kurdî-Erebî, ku nêzîkî 70.000 navnîşan tê de ye. Di sala 2016ê de hate weşandin.

• Termên Rêzimanê Kurdî, sala 2017ê çap bûye.

• Heft ji Hejmarên Hêzdar, di sala 2020î hate weşandin.

• Ferhenga Çolbir (Erebî-Kurdî) di sala 2022yê de hatiye çapkirin.

• Bîranînên Çolbirr, sala 2025ê hatiye çapkirin.

• Herwisa berhemine neçapkirî jî hiştine, di nav wan de ferhenga Kurdî-Kurdî û jînenîgarîyek bi navê «Jînenîgarî».

Xelat û spasdayîn

Sala 2013ê, ji ber ked û xebata wê ya wêjeyî û çandî û xizmetkirina pirtûkxaneya Kurdî, li bajarê Bochum ê Almanyayê, Xelata Cegerxwîn wergirt. Herwisa ji hêla gellek rêxistinên Kurdî ve, di nav de rêxistina Almanyayê ya Partîya Yekîtîya Demokratîk a Kurd, hat xelatkirin.

Jiyana wî ya Kesane

Bi Rojîn, keça helbestvanê mezin Cegerxwîn, re zewicî, û pênc zarokên wan hene: Hozan, Rêzana, Jiyan, Rula, û Manî. Ji sala 2004ê ve ew li Almanyayê dijî, û heya ku koça dawî kir çalakîyên xwe yên çandî domand.

Mîrata wî

Bîlal Hesen pêvajoyeke tekûzkirî dinimîne, ji alîyekî ve têkoşîna siyasî û parastina nasnameya Kurdî kir, û ji alîyekî din ve xebatşn parastina mîrata Kurdî kir. Ji pêxistina agirê dîrokî yê Newrozê sala 1960î bigire hetanî bi berhemên wî yên ansîklopedîk ên di warê pend û ferhengan de, her ma sembola vînê bo parastina ziman û çanda Kurdî û veguhestina wê ji bo nifşên paşerojê.