Xoşman Qado Xelata Gera Yekem a «Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî» wergirt
Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Xoşman Qado «Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî» a sala 2025ê wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek navên hilbijartî hilbijart.
Jurîyê da xuyakirin ku wan ê xelatwergirtî li gorî nêrîna xwe hilbijart, a ku xwe dispêre binirixkirina bizavên lêkolînî û afirînerane yên ciyewaz di xizmeta zimanê Kurdî de. Xoşman Qado ji bo beşdarîyên wî yên girîng di wergerandina ji Erebî bo Kurdîyê de hate hilbijartin, çimkî wî berhemine wêjeyî yên navdar ên nivîserên Ereb, ji nifşên cûda, bo Kurdîyê wergerand, û dikarîbû nirxê estetîkî yê nivîsan biparêze û li gorî çêja Kurdî yên hemdem birêse.
Xoşman Qado herwisa serpereştîya însîyatîfên wergerandina wêjeya Kendavê ji Erebistana Siûdî, Oman û Behrêynê kir, ev yek hişt ku xwînerê Kurd şêwe û çandine nû li derveyî çarçoveya asayî nas bike, û beşdarî di avakirina pireke çandî ya zindî di navbera Kurdan û cîhana Erebî de kir.
Wekî din, ew birêvebirina tîmekê û edîtorîya karekî bo lêveger û belavkirina ferhenga Kurdî-Kurdî ya neçapkirî ya gorbihuşt Bilal Hesen (Çolbirer) dike. Ev gav nirxek sembolîk a mezin hildigire, ji ber ku ew xebata nifşê berê yê zimannasên Kurd didomîne û ji bo nifşên hemdem û yên paşerojê asoyeke nû vedike.
«Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî» xelateke salane ye ku ji bo rêzgirtina li mîrateya gorbihuşt, lêkoler û zimanzanê Kurd Bilal Hesen (Çolbirr) hate ragihandin. Armanca wê piştgirîya lêkolîn û hewldanên parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ye. Û di gera xwe ya yekem de, xwest ku balê bikişîne ser piştgirîya nifşê nû da ku guh bide ziman, mîrat û wêjeya Kurdî li Sûrîyayê.
Daxuyanî
Helbestvan û wergêr Lawîn Şêxo, û berdevkê jurîyê, got: "Xoşman Qado nûnertîya nifşê nû yê Kurdên Sûrîyayê dike, nifşê ku mîrata mezinên xwe bi nêrîneke nû û wizeyine nûvekirî didomîne. Xebata wî ya di werger û edîtorîya zimanî de, û birêvebirina wî ya projeyên çandî yên mezin, ên wekî ferhenga Kurdî-Kurdî ya gorbihuşt Bilal Hesenê, wî dike domdarê pêvajoya rasteqîne ya mîrata Çolbirr. Em wî wekî nimûneya nivîser û wergêrê ku hestê afirîner bi pabendbûna bi nasnameyê re dike yek dibînin, ev yek dihêle ku wergertina wî ji xelatê re di gera yekem de nîşanek diyar be ku zimanê Kurdî di destine biewle de ye".
Ji aliyê xwe ve, Heysem Hisên, Birêvebirê Giştî yê Weşanên Ramînayê got: «Em kêfxweş in ku, di gera yekem a xelatê de, xelatê bidine nivîserek û wergêrekî wekî Xoşman Qado, yê ku bi rêya berhemên xwe wate da pabendbûna bi zimanê Kurdî û dilsozî da mîrata pêşengan. Xelatwergirtina wî ya îro piştrast dike ku xelat di rêya rast de diçe, ku bû para nivîserekî hêjayî xelatê ji nifşê nû yê Kurdên Sûrîyayê, herwisa çalakîyeke çandî ya salane ava dike ku rabirdûyê b niha û paşerojê ve girêdide».
Di heman demê Xoşman Qado, şanazîya xwe ya ji bo vê xelatwergirtinê anî ziman û got: «Ez ji bo vê xelatdayînê pirr serbilind im, ne tenê bi rengekî kesane, lê ji ber ku ew binirxkirina nifşek nivîser û wergêrên ciwan e, yên ku hewl didin zimanê me yê Kurdî biparêzin û pêş bixînin. Ev xelat radihêje navekî ku li ber dilê me hemûyan xweşewîst e, navê gorbihuşt Bîlal Hesen (Çolbirr), lew re, wê weke berpirsiyarîyekê dibînim biqasî ku piştgirî ye jî. Ez bi dilgermî spasîya malbata gorbihuşt (Çolbirr) dikim ji bo piştgirî û vîna wan a berdewamkirina vê mîratê, herwisa spasîya Weşanên Ramînayê jî dikim ji bo kar û xebatên wan ên xizmetkirin û danasîna çanda Kurdî. Ez hêvî dikim ku li gorî hêvîyan bim, û ji bo xizmetkirina ziman û çanda me xebata xwe bidomînim, ji ber ku ew nasname û paşeroja me ye».
Xoşman Qado kî ye?
Xoşman Qado di sala 1982yê de li Amûdê ji dayik bûye, di civakek pirrzimanî û pirrçandî de, ku hişt zû hişmendîya wî ya zimanî û hestê wî yê afirîner û rojnamegerî pêk bê. Dikarîbû zû derbasî nava karê ragihandin û çandê bibe, û di nav zêdetirî panzdeh salan de, wî di warên cûrbecûr de şopa xwe hişt:
Nivîskarî û Afirînerî:
Berhevoka helbestan: "Lê Binêre, Tu Çiqas Westiyayî ye," Xelata Dîdargeha Duyem a Helbesta Pexşan» li Qahîreyê (2010) wergirt.
Berhevoka kurteçîrok «Qolinc», Weşanxaneya Şam, Qamîşlo (2013).
Berhevoka pexşan (Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim), Weşanxaneya Lis, Amed/ Diyarbekir (2016).
Rojnamegerî û Ragihandin:
Wî wekî edîtor û sernivîskar ji bo platformên pêşeng ên Kurdî yên wekî Kovara Şar û Platforma RÊ ya Çandî xebitî.
Birêvebirina projeyên radyoyê li Radyoya VON fm kir, li wir çavdêrî li bername û naveroka edîtorî dikir.
Hejmarek rapor û lêpirsînên kûr li ser mijarên civakî û çandî nivîsandîye.
Werger:
Wî gellek berhemên wêjeyî yên Erebî wergerandîye Kurdî, di nav wan de:
«Razayî Bû Çaxa Ku Şoreşê Dest Pê Kir» a helbestvanê Misrî Îmad Ebû Saleh (2021).
«Payîza Bêgunehîyê» ya nivîskar û rojnamegerê Libnanî Abbas Baydûn (2023).
«Rewşa Giran a Kesê Bi Navê K Tê Nasîn» a nivîserê Siûdî Ezîz Mihemed.
«Marê Ku Terîya Xwe Dixwe» ya nivîserê Siûdî Hisên El-Dew.
Helbestine hilbijartî yên helbestvanê Libnanî Îskender Hebeş.
Wî berhevokên helbestên helbestvanên Ereb ên hemdem, di nav de Ehmed Zekerîya û Mehmûd Wehbê, wergerandîye.
Wî di wergerandina ragihandinî, weşanên radyoyê û belgefîlman de di navbera Erebî û Kurdî de jî xebitîye.
Wênekêşî û Derhênerî:
Beşdarî wênekêşî û derhênerîya belgefîlm û kurtefîlman bûye, di nav wan de:
Zarok in Em, 2016
Darên Bitenê, 2017
Mako Sar e, 2015
12 Belgefîlm, Ronahî tv, (2023).
Perwerdekirina Rojnamegerî:
Di çarçoveya projeyên rêxistinên xwecihî de perewerdeya rojnamegerîya niviskî û wênekêşî da hejmarek ciwanan.
Birêvebirina komxebatên avakirina şiyanên nifşê nû yê ragihînerên Kurd kir.
Kelepûr:
Di nava tîmekê de kar û xebatên belgekirina çîrokên gelêrî yên Kurd bi deng kir.
Li Bara Xelatê
Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî her sal di 20ê Îlonê de tê dayîn, di roja salvegera koça dawî ya zimanzanê Kurd ê mezin Bilal Hesen (Çolbirr). Xelat di gera xwe ya yekem de, bo kesayetek li Sûrîyayê dimîne, ku di warê Kurdî de dixebite, hate terxandin, çi bi rêya lêkolînên zimannasî, ferhengnivîsî, lêkolînên kelepûrî, yan wergerandinê be.
Nirxê Xelat 1,000 dolar e, herwisa Weşanên Ramînayê pabend e ku berhemeke nû ya yê xelatwergirtî di warê ziman, ferhengn, an kelepûrê de çap û belav bike, qena piştgirîyê bide bizavên parastin û pêşxistina zimanê Kurdî û xurtkirina hebûna wê di pêvajoya çandî ya hemdem de.
