T.S. Eliot

book

T.S. Eliot

helbestvan û rexnegirekî Emrîkî-Birîtanî ye, li 26 Îlona 1888ê, li bajarê Saint Louis li US hatiye dinyayê. Li ciwaniya xwe de berê xwe daye Europa û bûye xwendekar li her du zanîngehên Harvard û Oxford.

Eliot dostanî hebû bi gelek ji navên mezin û navdar li qada wêje û rewşenbîriyê de, mîna Bertrand Russell, Ezra Pound, Joyce û Santayana. Eliot, gelek ji temenêxwe li nav belengazî û pirsgirêkên sozdarî û reşebayê her du cengên cîhanî de derbas kir. Warê Wêran, ku berhemê herî naskirî yê wî ye, rengvedana wan xopan û derda ye. Li sala 1948 xelata Nobel li wêjeyê de bir û bû yek ji navên pêşeng li karwanê modernîzmê de. 

Li 4 heyva Rêbendanê li sala 1965 li London koça dawî kir.