Jibîrkirin
@ViewBag.BookData.SubTitle
-
Ji hêla ve hatî nivîsandin:
Gava çavê guliyek genim li birçiyan ket
Pirr xemgîn bû û got:
Xwezî ez zeviyek genim bûma.
Darên daristanan bihîstin, wan jî gotin:
Xwezî berên me jî genim bûna.
Baranê jî bihîst û wê jî got:
Xwezî barandina min jî biba genim
Û biherikiya zikên van birçiyan.
Guhên axê jî li wê gotinê ketin û wê jî got:
Xwezî ez tev bibûma genim!
Ta keviran jî, gava bihîstin, gotin:
Xwezî dilên me jî genim bûna.
Tenê mirovan gotin:
Xwezî û ji bîr kirin
Ku hevoka xwe bi dawî bikin!
