Sîberdar
@ViewBag.BookData.SubTitle
-
Ji hêla ve hatî nivîsandin:
Waneyek bû, her dem di jiyana wê de di bin maskeyên cûr bi cûr de xuya dibû, nemaze dema pirsek ji wê beşa pirtûka ku şeva bihûrî piştî ku xweê ew jidest biribû nexwendibû, bi pozbilindî li ser kaxeza ezmûnê li bende wê bû.
An pirsek derveyî waneyê ku doktor pê masûlkêyên xwe nîşanî xwendekaran bide.... Tu rê tune ku mirov bi kêsêya vê dinyayê re şer bike, kes nizane kengê keriyên wê yên hêsrdar wê ji daristanê derkevin an refên wê yên bizdayî di rûyê wê de biqirin.
Ji çend salan ve ew rojane di vê rêya navbera rojavayê Riyadê (Taxa Elîşeyê) ta ku tu digihî rojihlat li nexweşaneya leşkerî de ku ew lê kar dike, derbas dibe.
